Bêşek rêberê azadî û xelasiya dinyaw axretê, Hz Mûhammed (‘eleyhîsselat û wesselam) e. Milletê musluman roj bi roj, doz û rêbertiya hz Resûlûllah bêtir fêm dikin û xwe pê digrin.
Di dawiya vê hefteyê de, li gelek navçeyan coşa mewlûda hz pêxember hebû. Bi munasebeta salvegera wîladeta pêxemberê me, li Çinara Diyarbekir, li Tarsûs û Çûkûrovaya Edenê, li Akçakaleya Rihayê, li Mîdyata Mêrdînê, li Bişêriya Batmanê, li Sîlopiya Şirnexê, bernama mewlûdê hatin li dar xistin.
Bername ji teref platforma evîdarên pêxember ve hatin rastkirin. Millet teveccuhek mezin da bernameyan. Li hinek meydanên mewlûdê cî nema. Bername bi xwendina Quran û mewlûdê dest pê kirin. Hunermend û zarokên biçûk, bi îlahiyên xwe millet coş kirin.
Li Tarsûsê Salih Demîr û mela Osman Teyfûr, li ser mesaj û doza Hz Resûlûllah xeber dan. Li Mîdyadê Miftî Mûhammed Çîçek, Mela Kerbela Şanli û Mela Beşîr Şîmşek, li ser eşq û pêgirtiya Resûlûllah peyivîn. Li Akçakaleyê Mela Remzî Ûçar û M.Emîn Baytar Xoca, ji siyera pêxemberê me hinek nimûne pêş kirin. Gelek multeciyên Sûriyê jî tevlî bernamê bûn. Li Bişêriyê Mela Enwer Kiliçaslan û M. Elî Altûn, li ser heyata pêxemberê me axivîn. Dan zanîn ku divê musluman exlaqê Resûlûllah ji xwe re bikin nimûne. Li Sîlopê, bername li salona sporê hate lidarxistin. Serekê Camî Derê Selîm Basûtçû û Mela Beşîr Şîmşek, li ser evîna hz Pêxember xeber dan. Li Çinarê Mela Ebdulbarî Çelîk û Mûzaffer Karavîl Xoca, li ser hîcret û şîretên hz Mûhammed peyivîn. Millet teweccuhek mezin nîşanî mewlûdê dan. Li Çûkûrovayê bernama mewlûdê, li salona konferansê hate lidarxistin. Milletê navçeyê gelek eleqe nîşanî bernamê dan. Îlahiyatvan Mehmet Emre, li ser exlaq û mucadela hz Resûlûllah û eshabê kîram xeber da.
Bernameyên mewlûdê bi xwendina dûayê bi dawî bûn. bangaheq