Li Nevşehîrê operasyona tiryakê: 28 girtin

Di encama "operasyona rakirina koka wê" ya li Nevşehîrê de ji 85 kesên şikdar ên ku hatin binçavkirin ve 28 kes hatin girtin.

Di operasyona ku di 9ê Îlonê de hatibû kirin de ji 86 edresan re operasyoneke hevdem hatibû kirin û di encama wê operasyonê de 85 şikdar hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku di encama lêgerîna ku di operasyonê de hatibû kirin de; 1 kîlo û 474 gram metamfetamîn, 1 kîlo û 177 gram esrar, 45 gram eroîn, 12 kok kenewîra Hînt, 3 terazîyên hesas, 3 çekê bê rihset, 4 tivingê bê rihset, 5 çekên patpatok, gelek fişek û 55 hezar û 130 Lîre hatin bidestxistin.

Ji 85 şikdarên ku hatibûn binçavkirin 52 kesên wan, piştî miameleyên li ewlehîyê hatin berdan.

33 şikdar jî piştî lêpirsîna dozgerê hatin sewqkê dadgehê.

Ji şikdaran 28ê wan hatin girtin, 5 kesên wan jî bi şertê 'edlî hatin berdan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne
Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye