Li Newyorkê bernamên heyeta giştî yên dewra 67an yên teşkîlata Milletên Yekbuyî dest pê bûn. Di bernamên heyetê de xeberdan tên kirin.
Muslumanên li Emrîka û li Newyorkê li ber merkeza teşkîlatê kom bûn. Fîlma heqaretwarî telîn kirin. Hat îfade kirin ku gelek musluman beşdarî protestoyê bûn. Protestovanên ji gelek welatan, bi zar û zêçên xwe, bi tekbîr û sloganan meşiyan. Panqart hilgirtin, di aleyhê dijminên Îslamê de slogan avêtin. Dilsoziya xwe bi Hz Muhammed re nîşan dan.
Milletê tevlî civînê bûbûn, di xeberdanên xwe de xwestin ku heqaretên li dîn û muqeddesatan bên yesax û qedexe kirin. Piştgirî û çêkerên fîlmê bên cezakirin. Millet di panqart û sloganên xwe de diyar kirin ku welatên rojava, neheqiyên dikin, ji bo Îslamê ne biînsaf in, pêşin fikir in. Ji Welatiyên Emrîka jî gelek kes tevlî protestoyê bûn. (bangaheq)