Li nexweşxanêji bo banê ku dilopan dike tedbîra bi stîl

Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê ji bo banê ku dilopan dike bi stîlan tedbîr hat standin. Hemwelatiyên ku diyar kirin li gelek derên nexweşxanê rutubet çebûye ji rewşê re bertek nîşan dan.

Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê berî vê çend salan dest bi fealiyetê kir. Nexweşxaneya ku hêj nû ye  nexasim banên beşa ameliyat û otelan dayikan dilopa dike. Li nexweşxanê hat dîtin ji ber dilopan gelek zêde rutubet çêbûye û ji ber vê yekê jî kilsê dîwaran tev de avêtiye. Her wiha ji ber dilopan tawanê nexweşxanê jî hilwedişe. Li nexweşxanê digel ku ev qas mişkîle hebin jî ji bo van mişkîleyan tenê tedbîra bi stîlan hatiye standin.

Hemwelatiyên ku ji rewşê re bûne şahid diyar kirin ev yek li Mûşê nayê û divê rayedar demildest vê meselê çareser bikin.

Erhan Elîtaşê ku naskiriyê nexweşekî ye di derbarê mijarê de destnîşan kir ev yek rewşeke kedernak û xemnak e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ 2-3 salê vê avahiyê çêbû ku hatiye çêkirin. Ji ber ku serbanê nexweşxanê tuneye dilopan dike û her der bûye rutubet. Em dixwazin bang li rayedaran bikin.”

Di derbarê mijarê de kesekî bi navê Erhan Ergun jî diyar kir  her derê nexweşxanê bûye rutubet  û divê rayedar demildest dest bavêjin vî karî.(ÎLKHA)





























İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 gule li camên dikanê ketin
Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin