Xeberan diyar kirin ku li Nîjeryayê, di şerên etnîkî de, wekîlek jî di nav de, 63 kes hatin kuştin. Êrîş li hinek gundên Fillehan qewimî. Ne hat beyan kirin ku kî ji bo çi van êrîşan rast kirine. Feqet wekî tê zanîn, şebekên welatên rojava û Emrîka, ji bo musluman û fillehan, bi hev û din bide kuştin, bi hîle û şeytanî dixebitin. Ev çend hefte ye, van êrîş tên organîze kirin.
Hat gotin ku nêzî 100 kes jî, warê xwe terk kirine. Nifûsa Nîjerya 160 milyon e û zêdetirî 250 etnîk tê de dijîn. Hefteyek berê li eyaleta Bornoyê, 9 kesên ku di avakirina camiyê de dixebitin, hatibûn kuştin û qirika wan hatibûn jêkirin.
Li aliyê din li Pakîstanê jî, li qampek eskerî êrîş hat kirin. Di êrîş de 8 kes hatin kuştin. Yek jê polîs e, yên din esker in. 5 kes jî birîndar bûn. Êrîş li herêma Gûjaratê li nêzî çemê Çenabê pêk hat. Hat gotin ku li qampê, perwerdehiya li ber Talîban tê dayîn. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)