Li Nîjeryayê êrîşa çekdar: 21 mirî

Li Nîjeryayê li wîlayeta Plateauya ku dem bi dem pevçûn pêk tênê di encama êrîşa çekdarî de 21 kesan canê xwe ji dest dan.

Serokê Navenda Azadkirin û Mexdûrên Krîza Wîlayeta Plateauya Nîjeryayê Solomon Mwantiri, daxuyand mirovên çekdar li herêma Barkîn Ladîna girêdayê wîlayeta Plateauyê êrîşek lidar xistin.

Mwantiri weha got, “21 kesên ku di êrîşê de canê xwe ji dest dan piştî nîvroyê hatin xistin bin axê. Em ji bernameya cenazeyê hê nû vegerîyan.”

Berdevkê Plateauya Hêzê Wezîfeya Leşkerî ya Taybet Serpel Ola James jî diyar kir ku ji herêmê re leşker hatin sewqkirin û rewş di bin kontrolê de ye.

Walîyê Plateauyê Caleb Mutfwang diyar kiribû ku di nav 3 mehên dawîn de di encama pevçûnên ku pêk hatin de ji 300î zêdetir mirov canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mînîbûs li Tirê qelibî: 3 mirî
Weqfa Êtîman ji malbatên êtîman re alîkarîya êzingan kir
Li Stenbolê şofêr ket nav mîksera betonê û canê xwe ji dest da
Li Dîyarbekirê xwendekaran bi jehra xwarinê ketin
Heyama qeydkirinê ji bo kotayên hecê yên vala mane heta 18ê Kanûnê hatiye dirêjkirin