Li Nîjeryayê keştî binav bû: 53 mirî

Li Nîjeryaya ku welatê xerbê ya Afrîkayê ye ji ber ku keştî binav bû 53 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li nêzî gundê Bagudoya ku li ser Nehra Nîjerê ye keştiyek binav bû, di encama binavbûnê de 53 kes jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya ku ji teref Sileyman Muhammed ve li ser navê Ajansa Rewşa Acîl ya Neteweyî ya Nîjeryayê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin di qezaya ku li nêzî gundê Bagudoya ku li ser Nehra Nîjerê ye pêk hat de  53 kes jiyana xwe ji dest dan.

Muhammed di berdewama axavtina xwe de diyar kir di encamên xebatên ku hatine kirin 47 kes hatine rizgarkirin û ji çend rêwiyan jî xeber nayê standin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin