LI NÎJERYAYÊ LEHÎ

Li gor xeberan hat diyar kirin ku li Nîjeryayê, ji ber baran û şiliya pir, li hêla nava welêt lehî rabûne

 LI NÎJERYAYÊ LEHÎ
DI HADÎSEYAN DE 33 KES MIRIN

Li gor xeberan hat diyar kirin ku li Nîjeryayê, ji ber baran û şiliya pir, li hêla nava welêt lehî rabûne. Di hadîseyan de bi kêmanî 33 kes mirin. Bi hezaran kes jî bêmal man.

Berdevkê merkeza rewşa acîl ya mîllî Yûşa Şûayb wiha diyar kir “Ji dawiya heftê vir ve, şiliyek pir heye. Baran û şilî, li bajarê Plateo, li 6 herêmên cîhnîşinê tesîr û bandor kiriye.”

Berpirsiyarê Qizilxaça Nîjeryayê da zanîn ku zêdetirî 10 hezar kes, bê mal mane.

Her sal di mehên havînê de, li Nîjeyayê baran û şilî li welêt pir tesîr dike. 3 hefte berê, dîsa li bajarê Plateoyê, di hadîseyên lehiyê de 35 kes miribûn.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin