Li Nisêbînê 10 PKKyî hatin kuştin

Walîtîya Mêrdînê di daxuyanîya ku da de destnîşan kir li Nisêbîna ku hêj derketina derve qedexekiriye heta niha 10 PKKyî hatin kuştin. Di daxuyanîyê de her wiha hat ragihandin di pevçûnan de 2 hemwelatî jî jiyana xwe ji dest dan.

Walîtîya Mêrdînê di 5emîn roja qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de  daxuyanîyeke nivîskî da.  Di daxuyanîyê de hat ragihandin ji roja ku derketina derve hatîye qedexekirin heta niha  li Nisêbînê 10 PKKyî hatine kuştin. Her wiha 2 hemwelatî jî jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyanîya ku di derbarê mijarê de hatîye weşandin de wiha hat ragihandin: “Di encama fealîyetên ku heta îro hatine kirin de 10 kesên endamê rêxistina terora PKK/KCKê ne hatine bêtesîrkirin. 3 şexsê ku ji endambûna rêxistina terorê dihatin gerîn jî hatin binçavkirin. 13 hemwelatîyên me birîndar bûn û 2 hemwelatîyên me jî jiyana xwe ji dest dan.  12 aded bombe hatin îmhakirin, 38 barîkat hatin rakirin.”

Her wiha di daxuyanîyê de hat ragihandin ew ê operasyon berdewam bikin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê kesê ku qijnik wî gez kiribû mir
Di 3 salên dawî de 51 hezar zarokên ku îltîcayê Ewropayê kiribûn winda ne
Xwendekar û akademîsyenan piştgrîyê dan çalakiyên Xezzeyê yên xwendekarên Amerîkayê
Di lehîya Kenyayê de hejmara mirîyan derket 169an
Rejîma îşxalker welatîyekî Rihayî li Qudsê şehîd kir