Li Nisêbînê du wesayît li hev qelibîn: Yek giran birîndar

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li ser rêya Îpekyoluya navneteweyî, tirek li tirekî qelibî, di encama qezayê de kesekî giran birîndar bû.

Qeza, doh êvarê di seat 22.00an de li ser rêya Îpekyoluya navneteweyî ya li alîyê derdorê gundê Tilminara Nisêbînê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin tira bi plaqeya 33 NMB 25, ji ber sedemeke ku hêj nediyare ji paş ve li tirekî dinê qelibî.

Bi tesîra li hev qelibîna tiran şofêrê tira bi plaqeya 33 NMB 25 giran birîndar bû.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û lêgerîn û xelaskirinê hatin sewqkirin.

Şofêrê ki di nav wesayîtê de asê mabû, bi alîkarîya ekîbên îtfaîyeyê ve hat derxistin.

Şofêrê ku giran birîndar bû ji nexweşxaneyê re hat rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno