Li Nisêbînê pevçûn: 5 mirî

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di derdora saetên sibe de tûndtir bû. Di du pevçûnên ji hev cuda de 2 fermandar û serdarek jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di derdora saetên sibe de tûndtir bû. Hat ragihandin ku di encama du pevçûnên ji hev cuda de 2 fermandar û serdarek jiyana xwe ji dest dane.

Li Nisêbînê 25 roj e ku qedexeya derketina derve didome. Hat ragihandin ku di taxên Dîcle û Firatê de pevçûn dijwartir bûn. Di derdora saetên sibe de gava ku operasyon didomîna fermandarê ewlehiyê Dogan Sakarya ji teref nîşangirê ve hat lêdan. Fermandarî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê lê di gel hemî midaxaleyan fermandar jiyana xwe ji dest da.

Dîsa di Taxa Yenî Dîcleya Nisêbînê de fermandarê ewlehiyê Zafer Kurt û Serdarê Cendirmeyan Ahmet Karaman di gava operasyonan de bi şiklekî giran birîndar bûn. Wan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê lê di gel hemî midaxaleyan her du wezîfedaran jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha hat ragihandin 2 leşkerên ku wek birîndar di Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê de bûn di derdora saetên 16.30an de jî di gel midaxaleyan jiyana xwe ji dest dane. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin