Li Nisêbînê qeza: 2 mirî, 11 birîndar

Li Nisêbîna Mêrdînê wesayîta paleyan qeza kir, di encama qezayê de 2 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.

Li Nisêbîna Mêrdînê wesayîta paleyan qeza kir. Di encama qezayê de 2 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn. Qeza li Taxa Odabaşiya ku girêdayê Nisêbînê ye qewimî.

Gor agahiyên hat bidestxistin; Yusuf Ak wesayîta bi plaqeya 47 NG 870ê diajot. Yusuf Ak hakimîyeta direksiyona xwe winda kir. Dûvre wesayît teqle avêt. Di qezayê de ajovan Yusuf Ak(55) û Osman Babur (25) mirin. 11 kesên ku di wesayîtê de bûn jî birîndar bûn.

Birîndaran bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Her wiha hat ragihandin ku termê Yusuf Ak û Osman Babur ji bo otopsiyê  rakirin mirîxanê.

Cendirmayan di derbarê qezayê de dest bi tehqîqatê kirin. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin