Li Nisêbînê qezaya trafîkê : 3 birîndar

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê TIR û erebeyek li hev qelibîn, di qezayê de 3 kes birîndar bûn.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê qezaya trafîkê pêk hat. Qeza  di saet 23.00an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li taxa Kasirbelekê pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li ser rêya Nisêbîn û Cizîrê  TIRa bi plaka 33 CPS 29 a ku navê ajovanê wê nediyar e û erebeya bi plaka 27 B 7869 a ku ajovanê wê Mehmet Selîm Kaya bû  li hev qelibîn.

Di qezayê de kesên ku birîndar bûbûn bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Di derbarê qezayê de lêpirsîn dane dest pê kirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar