Li Nisêbînê wesayîta ji kontrolê derket li bendên betonê qelibî: 4 birîndar

Wesayîta ku li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji kontrola şofêrê xwe derket, li bendên betonê qelibî.

Qeza, di derdora seat 19.00an de li nuqteya kontrola trafîkê ya herêma pîşesazî ya Nisêbînê pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta ku ji kontrola şofêr derket li bendên betonê qelibî. Di encama qezaya ku pêk hat de 4 kesên di wesayîtê de bûn birîndar bûn.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristiyê û polîsan hatin sewqkirin.

Birîndar, bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê re hatin rakirin û polîsan jî derheqê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Yew birindar esto
Yek jê giran 3 birîndar
Li Wan û Colemêrgê operasyona narkotîkê
Nizar Amêdî bû serokkomarê Iraqê
Li Îdirê şer: 2 mirî, 6 birîndar