Qeza, di saetên serê sibehê de li alîyê gundê Qesirbeleka Nisêbînê qewimî.
Li gorî agahîyan wesayîta ku navê şofêr û plaqeya wî nehat hînbûn ji bin kontrola şofêr derket û di çarrê de derket ser refûjê. Di qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)