Li Wanê qamyon û mînîbûs li hev qelibîn: 13 birîndar
Li navçeya Elbak a Wanê qamyon û mînîbûsek li hev qelibîn, di encama qezayê de 13 kes birîndar bûn.
Qeza, li alîyê Karasu ya navçeya Elbakê qewimî.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa ku di bin îdareya S.D.yê de bû û qamyona bi plaqeya 42 FCT 60 li hev qelibîn. Bi tesîra qezayê mînîbûs qulipî.
Li ser xeberdyaîna mirovên derdorê ji herêmê re ekîbên tenduristî, cenderme, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.
Di encama qezayê de 13 kes birîndar bûn ku yek ji wan jî pitikek yek mehî ye. Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat desptêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.