Li Nisêbînê zarokê ku otomobîl li bin gûhê wî xistibû jiyana xwe ji dest da

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê, Selman A. yê ku otomobîl lê xistibû jiyana xwe ji dest da.

Qeza, li navçeya Nisêbîna ku bi ser Mêrdînê ve girêdahîye li Mehella Dîcleyê, li ser Sikaka Aygun pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 35 AHJ 289 a ku hêj şofêrê wê nayê zanîn, ji ber windakirina hakimîyeta dîreksîyonê li zarokê bi navê Selamn qelibî.

Selmanê ku di qezayê de giran birîndar bû, ji teref ekîbên tendûristîyê ku ,bi xeber dayînê sewqî cîhê qezayê hatibûn kirin, hat rakirin serwîsa acîl ya Nexweşxaneya Nisêbînê. Digel temamê mudaxeleyan Selman jiyana xwe ji dest da.

Ji bo ku otopsî bibe cenazê Selman hat rakirin morgê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin