LI NORŞÎNÊ ÊRÎŞ
ÊRÎŞ BIRIN SER BÎNAYA HIKÛMETÊ. POLÎSEK BIRÎNDAR BÛ
Li gor xeberan hat diyar kirin ku do bişev, mensûbên PKKê bi roket û sîlehên otomatîk êrîşî bînaya hikûmetê kirine. Hat îddîa kirin ku êrîş ji çayxanekê hatiye kirin, di dema êrîşê de gelek welatî li çayxanê bûne.
Hat îfade kirin ku polîsekî nobetdar, di êrîşê de xeddar birîndar buye. Êrîş di nêzî nîvê şevê qewimiye, piştî êrîşê, êrîşker direvin. Hat diyar kirin ku li ser hadîseyê operasyon dest pê kiriye.
Li aliyê din li gor xebera AFPyê, hat gotin ku jetên herbê yên Tirkiye, do bişev derve sînor, hêla herêma Kurdistanê bombardiman kiriye. Hat îfade kirin ku gelek qempên PKKê bombebaran bûne. Êrîş 40 deqîqe dewam kiriye.