Li Osmaniyê qezaya zincirîn: Miriyek 4 birîndar

Li ser Rêbeja Tarsûs û Edenê 7 wesayît tevlî qezayê bûn, di encama qezayê de kesek jiyana xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li mewqiya Yarbaşiya li ser Rêbeja Tarsûs û Entabê wesayîta bi plaqeya 01 AN 732 a ku ajokara wê Musa G. bû li TIRa pêşiya xwe qelibî, di encama qezayê de Musa G.(36) û Xalîl G.(71) birîndar bûn.

Li cihê ku qeza lê qewimî xwediyê TIRa bi plaqeya 01 EGS 68 pêl frênê kir, lê belê wesayîta bi plaqeya 34 YR 1868 a ku ajokarê wê Ahmet K. bû li TIRê qelibî. Di encama qezayê de Ahmet K. û Fadîme K. birîndar bûn û Mehmet K. jî li cihê qezayê birîndar bû.

Ji bilî van qezayan wesayîteke din li heman cihê ji paş ve li TIRê qelibî.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)

 








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin