Li Pakistanê li eyaleta Belûcistanê, êrîşeke bombeyî pêk hat. Di hadîseyê de hinek esker jî tê de, 18 kes hatin kuştin. 23 kes jî birîndar bûn. Hat îfade kirin ku, rewşa gelek birîndaran ğeddar e. Gumana zêdebûna hejmara kuştiyan tê kirin.
Rayedaran da zanîn ku, hadîse li Kettaya paytext Belucistanê qewimiye. Gava wesayîta esker derbas dibe, wesayîteke bombekirî ji dûranî ve tê teqandin
Li aliyê din li bakurê rojavayê welêt li Hangûyê jî, di şer de 2 esker hatin kuştin. Gelek kes jî birîndar bûn. BANGAHEQ