Li Pakîstanê Êrîş: 35 Kuştî

Li bakurê rojavayê Pakîstanê, hinek mensûbên Talîbanê êrîş birin ser baregeke eskeriyê. Di êrîşê de digel êrîşker 35 kes hatin kuştin.

 Li bakurê rojavayê Pakîstanê, hinek mensûbên Talîbanê êrîş birin ser baregeke eskeriyê. Di êrîşê de digel êrîşker 35 kes hatin kuştin.

Wezîfedar û berpirsiyarên ewlehiya Pakîstanê, dan zanîn ku êrîşa han vê sibehê li bajarekî eyaleta Hayber- Paştûnkvayê pêk hatiye. Di hadîseyê de 10ê wan sivîl 35 kes hatine kuştin. Hat îddîa kirin ku ji wan 12 heb êrîşker in û Talîbanê vê êrîş li dar xistiye.

Talîban jî da zanîn ku, ji ber êrîşên teyarên Emrîka yên bêînsan, êrîş birine ser baregeha eskeriyê. Berdevkê Talîbanê Îhsanullah Îhsan beyan kir ku, di êrîşê de 3 mensûbên wan can dane, yek jî birîndar bûye.

Wekî tê zanîn do jî li nêzî sînorê Efğanîstanê, êrîşeke din pêk hatibû. Di wê êrîşê de jî 27 kes hatibûn kuştin, zêdetirî 40 kesî jî brîndar bûbûn.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin