Li Pakistanê Êrîş

Li Îslamabada paytexta Pakistanê, li hala zebzeyê êrîşeke bombeyî pêk hat

Li Îslamabada paytexta Pakistanê, li hala zebzeyê êrîşeke bombeyî pêk hat. Hat gotin ku bombeya di qutiya fêkiyan de, danê sibehê di heyama qerebalix civiya de teqiyaye.

  Li gorî agahiyên ewil, di hadîseyê de 33 kes hatin kuştin, nêzî 50 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr. Rewşa hinekan dijwar e. Li nexweşxaneyê rewşa acîl hat îlankirin.

  Midûrê asayîşa herêmê beyan kir ku di êrîşê de, 5 kîlo teqemenî hatiye bikaranîn. Hat gotin ku di heyama teqînê de, li halê nêzî 2 hezar kes hebûne. Hê tu kesî êrîşa han negirtiye ser xwe. Serokcimhûr, serokwezîr û rayedarên din yên siyasî, êrîşa han şermezar kir.

  Do jî li eyaleta Belûcistanê li bajarê Sibbiyê, di trêneke rêwiyan de teqîn pêk hatibû û 12 kesan can dabûn, bi dehan kes jî birîndar bûbûn

BANGAHEQ

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar