Li Pakistanê protestoyên ku partiyên muxalefetê di 14ê Tebaxê de dabûn destpêkirin dewam dikin. Di xwepêşandan û meş û protestoyan de li dijî hikûmetê slogan tên avêtin.
Lîderê partîya Hereketa Edaletê Îmran Xan gazî bêîtaetîya sivîl kir û da zanîn ku 48 saet mohlet dane serokwezîr Nawaz Şerîf da îstîfa bike. Eger serokwezîr Nawaz Şerîf di vê demê de îstîfa neke, ew ê nikaribe ji ciwanên ku guhertinê dixwazin û ber bi serokwezîrîyê ve dimeşin re bibe mani’.
Lîderê partiya Hereketa Xelkê Tahir Qedrî jî îddîa kir ku nêzî 200 milyar dolar pereyê lîderên Pakistanê, di bankayên Îswîçreyê de hene. Qedrî beyan kir ku ev pereyê ku aydiyê xelkê ye vegere welêt, ew ê îstîqrara welêt bi rihetî bê avakirin.
Bi deh hezaran protestovan, ji bo îstîfaya hikûmetê di 14ê Tebaxê de ji Lahorê ketibûn rê û roja sebtê gihaştin Îslamabada paytexta Pakistanê.
Wezîrê Karên Hundir Nîsar Elî Xan jî di civîna medyayî de da zanîn ku hazir in bi muxalefetê re muzakereyan bikin û du komîteyan ava bikin da ku bi Îmran Xan û Tahir Qedrî re cûda cûda hevdîtinan pêk bînin.
Çınarın Sesi