Li Pakistanê ji ber lehîyê hejmara kesên mirin derket 1265 kesan

Hat ragihandin ji ber barana ku ji 14ê Hezîranê vir ve tesîra xwe didomîne hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket 1265 kesan.

Derbarê mijarê de ji teref Ajansa Îdareya Afeta Neteweyî ya Pakistanê ve hat ragihandin baranên musonê yên ku li Pakistanê ji 14ê Hezîranê pêve dest pê kirin her ku diçin tesîra xwe zêdetir dikin. Li gorî daneyên sazîyê ji ber baran û lehîyan heta niha 1265 kes canê xwe ji dest dan, 5 hezar û 63 kîlometre rê, 243 pir û 173 dikan xera bûn.

Hat hînbûn di nav kesên mirî de 18 pîrek û 17 zarok hene.

Li gorî agahîyan milyonek û 172 hezar û 549 mal jî ji baran û lehîyan zirar dîtin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe