Li Pakîstanê Tepkiyên Mezin

Li Pakîstanê Tepkiyên MezinDi Meş û Mîtîngên Protestoyan De 23 Musluman Hatin Şehîd Kirin

 Li ber fîlm û qarîqatorên xebîs û heqaretwarî, do li Pakîstanê piştî nimêjên înê, protestoyên mezin hatin li dar xistin. Li gelek bajaran bi deh hezaran millet bi yek dengî meşiyan, li zalima lanet barandin. Hêzên ewlehiyê bi sîlehan mudaxela protestoyan kir. Di hadîseyan de 23 musluman hatin şehîd kirin.

Millet bi navê “Roja evîna Muhammed(s’.e.w)” bi deh hezaran li cadde û meydanan meşiyan. Alayên Emrîka şewitandin. Li Peşawerê polîs gulle barandin. Li Lahor û Mûltanê 10 hezar protestovan û polîs pevçinîn. Polîsan li protestovanan reşand. Millet xwest ku derbasî herêma merkeza dîplomatên ecnebî bibin. Polîs ji bo bibe mani’, şîddet bikar anî.  Li bajarê Karaçiyê jî 15 hezar protestovan meşiyan. Polîsan bi sîlehan xwest ku wan bisekinînin. Hat îfadekirin ku di hadiseyan de, li bajarê Qaraçiyê 15, li bajarên Peşawer û Lahor û Mûntan û Îslamabadê jî 8 musluman, bi temamî 23 musluman şehîd ketin. Zedetirî 200 kes jî birîndar bûn.

Berî niha hikûmet ji bo ku millet aş û nerm bike, roja înê kiribû tatîl. Lê partiyên siyasî, saziyên dînî, grûbên tîcarî diyar kiribûn ku wê protestoyan li dar bixin. Ajans û qezetevanan bal kişandin ser tewra bişîddet ya polîsê Pakistanê.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin