Wezîfedarên ewlehiya Pakîstanê, diyar kirin ku êrîşên teyarên bêînsan, li Haydar Hel û Haso Helên bajarên nêzî sînorê Efğanîstanê pêk hatine. Vê herêm kelha Talîban û El Qaîde tê zanîn.
Wezîfedaran, êrîşa Emrîka tesdîq kir, lê der heqê kuştiyan de tu agahî nedan. 2 roj berê jî di eynî herêmê de, teyarên bêînsan yên Emrîka, êrîş kiribûn û 18 kes qetilkiribûn. Çarşema borî, di êrîşên teyarên bêînsan yên Emrîka de, ji lîderên Talîbanê Molla Nazir hatibû şehîd kirin.
Tê gotin ku ji 2004an vir ve, Emrîka bi teyarên bêînsan li vê herêmê êrîşan pêk tîne. Heta niha 3400 kes hatine qetilkirin. Ji vana zêdetirî 900 kes sivîl in. Li gor agahiyên welatên rojava di van êrîşan de bi hezaran kes hatine qetilkirin. Teyarên bê însan, ji teref CIAyê ve tên kontrol kirin.
Wekî tê zanîn, bikaranîna van teyaran, bûye sebebê niqaşên navbera îdara Pakîstan û Emrîka. Emrîka îfade dike ku eger van teyaran bikar neyne, wê mecbûrî gelek eskeran di operasyonan de birê bixe. Çavkaniyên herêmê jî beyan dikin ku, di van êrîşan de kesên tên kuştin bi piranî sivîl in.
Bangaheq