“Li Parîsê bernameya mewlûda pîroz”

Li Parîsê, ji teref Platforma Evîndarên Pêxember a şaxê Ewrûpayê û ji teref Mizgefta Medîneyê ve bernameya mewlûda pîroz hat li dar xistin.

Bernameya mewlûda pîroz a ku li peytexta Fransayê ji teref şaxa Platforma Evîndarên Pêxember ve hat li darxistin bi beşdarbûyîna sazîyên îslamî û civakî hat pîroz kirin.

Bername bi xwendina Qurana pîroz dest pê kir . Quran ji teref Mela Seyît Yusuf ê  ku eslê xwe ji Komorî ye ve hat xwendin.

“Exlaq û jîyana Hz. Mûhammed li gor Quranê bû”

Serokê kevin a Parîs UOÎFyê û endamê lijneya fetva a Ewrûpa Ahmed Jaballah bi fransizî axavtinekî kurt kir. Jaballah di axavtina xwe de wiha got: “ Erk û wezîfeya herî mezin a me misilmanan  şopandina rêya wî û şopandina sûneta wî ye. Lewra, exlaq û jîyana Hz. Mûhammed li gor Quranê bû. Ji ber vê yekê divê em wî ji xwe re wek rêber bigrin û rêya wî bişopenin. Pêxemberê me ji bo însanan rehmet e. Netenê ji bo însanan ji bo temamê cîhanê rehmet e.”

Piştî axavtina Jaballah, koma Vahdet a îlahî ye mewlûda şerîf bi zimanê kurdî û tirkî xwendin.

“Pêxemberê me wek misk û ember e”

Piştî mewlûda şerîf, ji endamên Yekîtîya Alimên Ewrûpa Yahya Yilmaz di derbarê bernameya mewlûda pîroz de wiha axivî û got: “ Pêxemberê me dişibê misk û emberê. Xwedê nesîbê me misilmanan bike ku em ji wê bêhna xweş bêhn bikin.”

Yahya Yilmaz di axavtina xwe  de  her wiha ragihand: “Xwedê , him Qasidê xwe û him jî doza wî ji temamê xeteran parastîye. Çawa ku Xwedê him Resûlê xwe û him jî dawa wî ji temamê xeteran parastibe , bi heman awayî  Xwedê di wan kesên ku vê rêyê bişopenin jî biparezî.”

Melayê mizgefta Îmam Gazalî ya Belçîkayê û ji endamên Yekîtîya Alimên Ewrûpa Mela Evdirrehman Ortaç  jî bi kurdî axavtinek kir.

Ortaç hest û ramanên xwe wiha anî ziman: “ Xwedê nîmeteke mezin daye me ku ew nîmet ji bo bihûştê gazî me dike, ew nîmet Hz. Mûhammed e. Xwede ji nava temamê însanan 124 hezar pêxember hilbijartiye. Ji nava van 124 hezar pêxemberan jî pêxemberê me hilbijartiye. Divê em hemd şukr ji Xwedê re bikin. Lewra em jî bûn ometa Pêxemberê bijartî. Ev hemd û şukr jî encax bi xwedî derketina doz û Dawa Hz. Mûhammed dibe.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar