Li Parîsê Sûrî tê axavtin

Paris - Rewşa însanî ya Helebê di civîna navneteweyî ya ku li Parîsê hat lidarxistin de tê axavtin. Wezîrê Karûbarên Derve Mevlut Çavuşoglu jî beşdarê civînê dibe.

Civîna navneteweyî li Parîsê tê lidarxistin. Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransayê Jean-Marc Ayrault ji civînê re mazûvantî dike. Di civînê de ji xeynî geşedanê li Sûrî ya herî dawî û rewşa însanî ya li Helebê tê axavtin.

Hat ragihandin ku di civînê de mijara ewil Heleb û rewşa însanên li wir e. Ji xeynî Wezîrê Karûbarên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karûbarên Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steînmeîer ji DYE, Îngîlistan, Qatar, Urdun, Erebîstana Siûdê, Emirtiyên Ereban a Yekbûyî jî beşdarê civînê dibin.

Her wiha Nûnerê Ewlehî û Polîtîkayên Derve ya Yekitiya Ewrûpayê Federîca Mogherînî û Koordînatorê Giştî yê Lijneya Bilind ê Mizakereyên Mixalefeta Sûrî Brîta Hagî Hasan jî beşdarê civînê bûne. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 gule li camên dikanê ketin
Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin