Qeza, li Çarrêya Pira Mala Badê ya nêzê Êlihê qewimî. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 34 DDB 06 û wesayîta bi plaqeya 44 AIN 536 ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.
Di encama qezayê de 7 kes birîndar bûn û di wesayîtan de jî zerarên maddî çêbûn. Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji herêmê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Ekîbên ku gihîştin cîhê bûyerê midexeleyê birîndaran kirin û wan bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)