Li Diyarbekirê îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Diyarbekirê bi nêzîkbûna dawiya havînê re welatiyan dest bi amadekariya zivistanê kir. Di bazaran de firotina îsot û balîcanên zivistanê zêde bû, lê esnafan destnîşan kir ku îsal berhema îsot û balîcanan kêm bûye.
Li Diyarbekirê welatiyan ji bo ku di mehên zivistanê de bixwin, dest bi kirîna îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê kirin. Di bazar û ser dezgehan de firotina berhemên ji bo zuhakirinê dest pê kir, welatî ji bo dîtina berhemên bi nirxê guncaw di navbera dezgehên cuda de digerin.
Welatiyên ku ji bo di mehên zivistanê de bixwin îsotên ji bo zuhakirinê dikirin, ji ber ku bihayê wan bilind e berê xwe didin berhemên erzantir. Esnaf jî welatiyan hişyar dikin ku hinek cureyên îsotan ên ku ji bo zuhakirinê ne guncaw in, di mehên zivistanê de dikarin zû xirab bibin.

Heybet Kılıç
Esnaf Heybet Kılıç ku diyar kir firotina îsotên ji bo zuhakirinê dest pê kiriye wiha got: "Em îsotan difroşin. Bihayê wê guncaw e, em kîloya wê bi 30 TL'yî didin. Ev îsot ji bo zuhakirinê jî guncaw e. Îsotên ji bo zuhakirinê bi gelemperî di van mehan de derdikevin. Îsal di balîcan û bacanên sor (tomates-firingî) de berhem kêm bû."
"Dema welatî bihayê bilind dibînin, berê xwe didin berhemên erzan"

Nurullah Alp
Esnaf Nurullah Alp jî diyar kir ku bi taybetî îsota dolmeyê kêm tê Diyarbekirê û bihayê wê bilind e.
Alp wiha got: "Îsal balîcan gelek kêm in. Îsota dolmeyê jî bi gelemperî kêm tê Diyarbakırê, bihayê wê jî gelek bilind e. Welatî nikarin bikirin. Bihayê kîloya îsotekê di halê de di navbera 45-50 TL'yî de diguherî. Îsota ji bo zuhakirinê bi gelemperî sipî dibe. Ji Mûşê îsota kesk tê, welatî jî wê wekî îsota zuhakirinê dikirin lê ew îsot paşê xirab dibe. Ji ber ku bihayê îsota herêma me bilind e, welatî berê xwe didin ya erzantir. Îsotên ku ji Mûşê tên dema ku ji zivistanê re dimînin hemû diçilmisin û xirab dibin. Welatî tên li ba me bihayê îsota zuhakirinê dipirsin, dema bihayê wê bilind dibînin diçin îsota ku ne ji bo zuhakirinê ye dikirin."

Osman Tekeş
Esnaf Osman Tekeş jî diyar kir ku welatî balîcanan ji bo zuhakirinê, karnıyarık û bacanê birajtî hildibijêrin.
Tekeş wiha got: "Bihayê balîcanan di navbera 30-35 TL'yî de diguherî. Di zivistanê de welatiyan ev balîcan bi 150 TL'yî dikirî. Di marketê de di binê 50 TL'yî de tune ye, di vê qalîteyê de jî nîne. Berhemên me organîk û herêmî ne."

Aziz Görmez
Ji welatiyan Aziz Görmez diyar kir ku wan hêj amadekariyên xwe yên zivistanê temam nekirine û ev îfade bi kar anîn: "Me hêj amadekariya xwe ya zivistanê nekiriye. Dem / wextê wê hat êdî, em ê bikin. Ji ber ku em di demên dereng de hatin, em hinekî erzantir dikirin."






Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.