Li Pîrsûsê Coşa wîladeta pîroz

Platforma Evîndarên Pêxember, li Pîrsûsê navçeya Rihayê bernameya mewlûdê li dar xist.

Ji alîyê Platforma Evîndarên Pêxember, li Pîrsûsê navçeya Rihayê bi navê “Rêberê Bê Mîsal Hezretî Mûhemmed” bernameya mewlûdê hat li dar xistin. Di bernameyê li ser hezkirin û eşqa pêxember hat rawestin.

Platforma Evîndarên Pêxember, li Pirsûsa navçeya Rihayê bernameya mewlûdê li dar xist.

Bername bi xwendina Qurana pîroz dest pê kir û bi xwendinda mewlûdê dewam kir.

Ji nivîskarên rojnameya Dogrûhaberê Mela Mûfît Yaray û ji nivîskarên kovara Kelhaamedê mela Kerbela Şanli beşdarî mewlûdê bûn.

Mela Mufît Yaray, di axifandina xwe de behsa fêmkirina sebebê xuluqandina kaînatê, tenê di naskirina Xwedayê zulcelal de ye.

Di bernameyê de ji nivîskarên kovara Kelhaamedê mela Kerbela Şanli jî axivî û behsa eşq û evîna pêxember kir. Şanli îfade kir ku, îro meydan û qadên gund û bajaran ji teref aşqên pêxember ve tên dagirtin û evîndarên pêxember, ji bo eşqa pêxember diherikin meydana.

Bername bi xwendina sirûd û îllahîyan dewam kir û bi dûayê qedîya. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar