Li Polês Êrîşeke Din

lı dîyarbekırê polîsekî dın jî lı ber mala xwe rastî êrîşa bı çekan hat. polîsê ku gıran bırîndar bûbû lı nexweşxaneyê can da.

Li Dîyabekirê di hukmê 24 se’etan de 2 polês dî êrîşan de can dan.

Êrîşa dawîn li Mehela Peyasê hat rastkirin. Alî Kiziloğlûyê ku di midurîya îstîxbaratê de wezîfedar bû, do di se’et 9ê şevê de di dema ku li ber mala xwe ya li Sîteya Mavîkentê wesaîta xwe park dikir de, rastî êrîşa kesên nenas hat.

Alî Kiziloğlûyê ku bi 3 gulleyan birîndar bû li nexweşxaneyê can da. Midûrê emnîyeta Dîyarbekirê Halîs Böğürcü beyan kir ku dibe ku êrîş ji teref terorê ve hatibe kirin.

Midûrê Emnîyeta Diyarbekirê Halîs Böğürcü pirsa ku herdû êrîş bi hev ve ‘eleqedar in an na, bê bersiv hişt.

Piştî êrîşê polês di qamerayên ewlehîyê de tesbît kir ku êrîşker ber bi mezergeha Peyasê ve çûye.

Di lêgerîna li mezergehê de sîleha ku di êrîşê de hatîye bikaranîn hat dîtin. Di lêkolîna sîlehê de hat tesbîtkirin ku sîleh li Edenê aydîyê kesekî ye û di 2010an de hatîye dizîn.

Roja duşemê jî li Dîyarbekirê di êrîşeke bi vî rengî de, polîsê 42 salî Osman Bal hatibû kuştin.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar