Li Misrê grev û protesto gûr dibin. Bajarên Port Seîd û paytext Qahîre, mîna meydana herbê tevlîhev bûn. Li bajarê Port Seîdê, roja yekşemê ji ber neqilkirina 39 mehkûman, protesto dest pê kiribûn. Bi hezaran kes li ser qirara sewka mehkûman, êrîşî qereqol û bînayên hikûmetê kiribûn.
Do jî hadîse qewimîn. Bişev heta dereng protestovan belav nebûn. Agir bera hinek bînayên qamûyê dan. Polîs mudaxela wan kir. Di hadîseyan de 3ê wan polîs 6 kes hatin kuştin, nêzî 50 kes jî birîndar bûn. Cara ewil e ku esker dikeve dewrê. Eskerî barîkat danîn û bi mudaxela xwe xwestin protestovan û polîsan ji hev veqetînin.
Li Port Seîdê, merasîma cenaza kesên kuştî, bû protestoya li ber wezareta karên hundir.
Li Qahîrê li meydana Tahrîrê jî polîs xwest ku, konên kesên dijberê Mûrsî rake. Ji ber vê yekê pevçûn qewimîn.
Li aliyê din mehkema Misrê ya Temyîzê qirar da ku, Husnu Mubarek, wezîrê kevn yê karên hundir Hebîb Edlî û alîkarên wan, di 13ê Nîsanê de ji nû ve derkevin pêş hakim.