Li Qamişlo pêşmerge tevlî xwepêşandanê bûn

Cara yekemîn hêjmarek pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo tevlî xwepêşandanê bûn.

Duh (23.11.12) di xwepêşandanên roja înê de cara yekemîn hêjmarek pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişloyê tevlî xwepêşandanê bûn û xwepêşanderan bi gotina strana ‘Pêşmergeyên Qamişlo’ pêşwazî li wan kirin.

Endamê Desteya Bilind a Kurd (DBK) û serokê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Îsmaîl Heme di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re red kir ku ew pêşmerge girêdayî hêza pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê bin û got: “Ew pêşmerge girêdayî ketîbeya Tehsîn Hemo, Mele Mistefa Barzanî, Şêx Meqşûq û hwd... ne û nêzî partiyên rojavayê Kurdistanê ne.”

Hemê di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Ew pêşmerge ji mêj ve li rojavayê Kurdistanê bûn û ne ji Herêma Kurdistanê vegeriyane. Çi dema pêwîst bike, hêza pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê wê bi biryara DBKê vegerin rojava.”

Hêza pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê ji leşkerên kurd ên ji artêşa Sûriyê çûdabûne pêktê û niha li Herêma Kurdistanê ne.

Hêza pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê di bin çavdêriya hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê de li Dihokê hatine perwerdekirin û li benda fermana DBKê ne ku vegerin rojavayê Kurdistanê.

Li gor peymana navbera Encûmean Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) biryare di demekî nêzîk de serkirdayetiyekî leşkerî ya hevbeş a rojavayê Kurdistanê bê dirûstkirin ku wê hêzên pêşmerge û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bigrin nava xwe.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar