Lı qesrê hevdîtına krîtîk

Lı qesrê hevdîtına krîtîk, Serokomar Erdogan, Babacan û Başçı qebûl kırın, serokê bankaya merkezê Erdem Başçı 130 rûpel berpêş kır.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bı alîkarê serokwezîr Alîbabacan û serokê bankeya navendî Erdem Başçî re hevdîtın kır. Serokê Bankaya Merkezê Erdem Başçı 130 rûpel berpêş kır.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Alîkarê Serokwezîr AlîBabacan û Serokê Bankeya Navendî Erdem Başçi re hevdîtin kir.

Hevdîtina krîtîk wek 2 saetan dewam kir. Di hevdîtinê de serokê Merkez Bankasî Erdem Başçî, 130 rûpel pêşkêşî serokcumhûr kir.

Dûre merkez Bankasî ev pêşkêşî li ser malperaxwe ya înternetê weşan.

Li gor daxuyaniya ku ji Serokomariyê hat dayîn, hevdîtin li Qesra Serokomariyê hat kirin û ji serşêwirmendên Serokomariyê Yîgît Bulut û Cemîl Ertem jî beşdarî hevdîtinê bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di hevdîtinê de li ser geşedanên piyasaya gerdûnî û bandora van geşedanan sekinîn û wiha hat gotin:

"Di hevdîtinê de li ser aboriya Tirkiyeyê sekinîn ku bingeha aboriyê saxlem e. Her wiha li ser polîtîkayên ji bo hedefên pêşdeçûnê sekinîn û li ser xesasiyetên Serokomar yên derbarê faîzê sekinîn.

Divê di çarçoveya hedefên Tirkiyeyê yên 2023yan de îstiqrar û pêbawerî were parastin. Pêvajo ji aliyê hemû yekeyên aboriyê ve tê şopandin, tevdîr tên dîtin."
BANGAHEQ

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar