Li Qesrîkê bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin

Li bajaroka Qesrîka Cizîra Şirnexê bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin.

Bernameya bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ a ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir. Ehlê bajarokê eleqeyeke baş nîşanî beranamê dan.

Di bernameya ku hat tertîpkirin de Temsîlkarê Bajaroka Kasrîkê yê Platforma Evîndarên Pêxember Reşît Gungor axavtinek kir. Gungor di axavtina xwe de diyar kir eshab li hember Hz. Muhammed birêz û bi hurmet bûn.

 Her wiha Endamê Îttîhadul Ulemayê  Abîdîn Er jî di bernamê de diyar kir li ser rûyê erdê temsîlkarê edaletê Hz. Muhammed e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku mirov xwe teslîmî edaleta Hz. Muhammed bike ew ê bigihije firahiyê. Rizgariya însanetiyê ne li ba Ebu Cehilan ne li ba komînîstan ne îjî li ba Amerîka û Rûsyayê ye. Rizgariya însanetiyê li ba Resûlê Xwedê ye. Resûlê Xwedê rojekî jî li ber eshabê xwe qure nebûye. Rojekî dema ku li sûkê digeriya yekî xwe tewandibû û xwestibû destê wî maç bike. Lê pêxewmberê me jê re gotibû ku ew jî beşerek e û destûr nedabûyê. Xweda me bike ji wan kesên ku jê re îtaat dikin û li pey wî diçin.”(ÎLKHA)
















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe