Li Qeyserî bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin

Li Qeyserî ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin.

Li Qeyserî ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi temaya “Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhanned (sav)” bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin.

Serokê Giştî yê Umut-Derê Selahattîn Buruldayê ku axavtina vekirina bernameyê kir wiha destnîşan kir: “Îhyayê rêya heq, înşaellah dê bibe wesîla ku bi alema Îslamê re hemî dinya bigihêje sulh û selametê. Êdî îftîra, kîn, nefret û dijmintî bi biratiya Îslamê ji holê rabe. Dawî li îxtîlaf û şerê were û hemî bihev re xwe li werîsa Xweda bigirin.”

Dûvre Îlahiyatnas Yunus Emîrogluî destnîşan kir ku ew hersal di meha Nîsanê de hatina dinyayê ya Hz Muhammed bi eşq û şewq pîroz dikin.

“Bûna evîndarên Pêxember ji bo me ji her tiştî girîngtir e”

Emîroglu diyar kir divê ku Misliman dev ji irq, mezheb û meşrebên xwe berdin û di derdora nasnameya Mislimantiyê de werin cemhev. Dûvre Emîroglu wiha pê de çû: “Nexwe bi minasebeteke din ji bo ku em pirsgirêkên xwe çareser bikin nayên cemhev. Ya nêrîna me ya siyasî, mezheb û meşrebên me ji vê yekê re dibin asteng. Ji ber vê yekê bûna evîndarên Pêxember ji bo me ji her tiştî girîngtir e. Lewra di nav vê heskirinê de Kurt, Turk, Zaza, Arap u Çerkez hene.”

“Ditirsin ku dê dengê pêyên vê evîndariyê bilind bibe”

Emîroglu, diyar kir ku ji bo çareseriya hemî pirsgirêk û meseleyan navnîşana yekemîn Hz. Muhammed e. Dûvre Emîroglu wiha pê de çû: “Ji xeynî Wî tu lider û rêber û ji xeynî reçeteya Wî tu reçete me xelas nake. Heke xelas bikiriba rewşa dinyayê wiha nedibû. Armanceke van bernameyan heye. Ew jî fêmkirin Pêxember, qalkirina Wî û ragihandina peyama Wî ya vê rojê. Ji ber vê yekê em ehemiyetê didin vê. Dibe ku hinek kes ji vê bernameyê aciz bibin. Ew ji tirseke ditirsin. Hêzên kûreyî û piyonên wan ên mehelî ditirsin ku dê dengê pêyên vê evîndariyê bilind bibe.”

Emîroglu herî dawî wiha diyar kir: “Çendîn sal e ev bername tên lidarxistin. Wê tu wextî dîtiye ku qala sembola partiyên siyasî û gotinên wan hatiye kirin? Ji ber ku hemî nasnameyên Kurd, Tirk, Laz, Arap, Zaza tên cemhev û planên wan xera dikin niha ew çi dikin?”  (ÎLKHA)






















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe