Li Qonyayê şewata çewligê: 33 heywanên mezin telef bûn

Li Qonyeyê di çewligekê de şewat derket, di encama şewatê de 33 heywanên mezin telef bûn.

Bûyer, li Taxa Uzunkuyuya navçeya Kuluyê pêk hat.

Doh, di seatên nîvroyê de di çewliga E.E. de, ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şewatek pêk hat.

Şewata ku agir bi kayan ket, bi tevî tesîra bayê, axûra kêlekî jî şewitî.

Mirovên dedorê ji 170 heywanên ku di nav axûrê de bi zîncîrkirîbûn re 137ê wan xelas kirin, lê 33 heywanên mezin jî di şewatê de telef bûn.

Şewat, di encama xebatên ekîbên îtfaîyeyê de piştî du seatan hat tefandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"