Li ser Cadeya Rihayê ya li navçeya Qosera Mêrdînê, di saetên şevê de êrîşeke bi çekan li ser dikaneke zêrkeriyê hat kirin.
Bûyer, di saet 02.50yên şevê de pêk hat; di êrîşê de 9 gule li camên cihê karî ketin û di dikanê de ziyana maddî çêbû.
Li ser agahdarkirinê, tîmên ku berê xwe dan cihê bûyerê lêkolîn kirin û delîl civandin.
Ji bo diyarkirin û girtina kes an kesên ku êrîş pêk anîne, lêpirsîn hat destpêkirin.