Li Qudsê 2 teqîn: Îşxalkerekê sîyonîst mir, 17ê wan birîndar bûn

Di encama teqînên ku li Qudsê di du rawestgehên cuda yên otobûsê de pêk hatin de, li gorî diyarîyên ‘ewil herî kêm îşxalkerekê sîyonîst mir, 17ê wan jî birîndar bûn.

Wezîfedarên tenduristîyê û polêsên rejîma îşxalker a sîyonîst daxuyandin ku, di encama teqînên ku du rawestegehên otobûsan pêk hatin de sîyonîstek mir, 2 jê giran herî kêm 17 sîyonîst jî birîndar bûn.

Teqîna ‘ewil, li Givat Shaulê, di seet 07.00an de li nêzê têketina Qudsê pêk hat.

Wezîfedarên tenduristîyê yê rejîma îşxalker daxuyandin ku di teqînê de 2 jê giran 11 kes birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku birîndar hatin rakirin nexweşxaneyên Shaare Zedek û Hadassah Ein Keremê.

Li çarrêya Ramota têketineke cuda yê Qudsê jî di seat 07.30yan de teqîneke duyemîn pêk hat.

Hat diyarkirin ku di encama teqîna duyemîn de jî 7 kes sivik birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku ji birîndaran yek yê ku hat rakirin nexweşxaneyê mirîye.

Li gorî xeberên ku di medyaya sîyonîstan de derdikeve, tê texmînkirin ku teqîn ji ber çenteyên ku tê de bombe hebûne pêk hatibe. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da