Li Ramallahê Protesto

Li Ramallahê hinek Fîlîstînî civiyan. Bi slogan û panqartan meşiyan. Protestovan dan zanîn ku, naxwazin Barak Obama Şerîa Rojava ziyaret bike.

Li Ramallahê hinek Fîlîstînî civiyan. Bi slogan û panqartan meşiyan. Protestovan dan zanîn ku, naxwazin Barak Obama Şerîa Rojava ziyaret bike. Protestovan solên xwe xistin destê xwe û meşiyan û qiriyan ku sol û şekal li hêviya Obama ne. Protestovan bi panqarta ku digot “Em tiştên we li Beğdayê rast kirine, ji bîr nakin.” meşiyan. Protestovan xwestin ku bimeşin ser bîna hikûmeta Fîlîstînê, lê polîs nehiştin ku têkevin hundir.

Hinek merivên girtiyên Fîlîstînî jî, li Qûdsê li ber sefaretxana Emrîka protestoyek li dar xist. Merivên mehkûman bi resmê girtiyan meşiyan û xwestin der heqê telebên wan de, sefaretxane mektûba wan bighîne Obama. Feqet sefaretxanê qebûl nekir. Merivên girtiyan dixwazin hêsîr bên berdan.

Li aliyê din, serekwezîrê Fîlîstînê Îsmaîl Heniyye, di merasîma mezûniyeta akademiya polîsan de xeber da. Heniyye da zanîn ku, kesên ji Îstîxbarata Îsraîl re dixebitin, heger neyên tobe nekin wê neyên effûkirin. Îsmaîl Heniyye wiha got “Kesê îxanetî vî welatî bike, ji bo berxwedanê komployekê çê bike, wê lê merhemet neyê kirin. Ger were tobe bike, em ê hewalî Xweda bikin.”

Hat gotin ku wezareta karên hundir ya Fîlîstînê, ji bo pîşmaniya casûsên Îsraîl, heta 11ê Nîsanê muhlet tayîn kiriye.

 

Yorum Yap
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Yorumlar (1)
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar