Li Reyhanli Hejmara Kesên Desteserkirî Giha 13î
Alîkarê serekwezîr Beşîr Atalay, di heqê hadîsa teqînê ya li Reyhanliyê de xeber da. Di hadîseyê de hejmara kesên kuştî giha 51ê. Hejmara bersûcên desteserkirî jî giha 13an. Hadîse roja şemiya borî qewimîbû. Bi du wesayîtên bombekirî pêk hatibû.
Beşîr Atalay da zanîn ku, bi lêpirsînê êrîşa han bi piranî eşkere bûye. Atalay tesdîq kir ku amanca êrîşê ya esil, Enqere bûye. Her wiha îfade kir ku, tedawiya 40 birîndaran dewam dike. Ji wan rewşa yekê giran e.
Tê beyankirin ku, êrîşker ji Tirkiyê ne. Mensûbên orguteke çepgîr in. Çûnûhatina wan ya Sûriyê çêbûye. Bi mûxaberata Sûriyê re têkildar in. BANGAHEQ