Li Rihayê ji meşîna bê destûr re 21 binçav

Li Rihayê digel qedexeyê bi manasebeta “8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê” bê destûr komeke xwest ku bimeşe lê midaxale li komê hat kirin. Di encama midaxaleyê de 21 kes hatin binçavkirin.

Li Rihayê di pêşewantiya KESKê de endam partiyên siyasî û nûnerên STKyan digel qedexeyê xwestin ku bimeşin lê midaxale li wan hat kirin. Hat ragihandin ku di encama midaxaleyê de 21 kes hatine binçavkirin.

Koma ku di nav wan de parlementera HDPyî ya Rihayê Dîlek Ocalan jî hebû xwest ku ber bi Meydana Topçuyê ve bimeşe. Polêsên li wir jî ji ber biryara Walîtiyê misade nekirin ku kom bimeşe.

Piştî ku polêsan midaxaleya komê kirin komê dîsa hewl da ku bimeşe. Li ser vê yekê 21 kesên ji komê hatin binçavkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe