Li Rihayê operasyona PKKê: 10 binçav

Li Hewenga Rihayê bi idîaya ku li ser malpera medyaya civakî propexendeya PKKê hatiye kirin 10 kes hatine binçavkirin.

Hat ragihandin ku li Hewenga Rihayê bi idîaya ku li ser malpera medyaya civakî propexendeya PKKê hatiye kirin 10 kes hatine binçavkirin.

Gor agahiyên hatine bidestxistin li gelek navnîşanan bi binasiya ku propexendeya PKKê kirine serdegirtin hatiye lidarxistin. Di operasyonê de yekî ku hewl dida wek dereqanûnî ji Sûrî derbasê Tirkiyê bibe û 9 kesên ku li ser medyaya civakî propexendeya PKKê kirine hatine binçavkirin.

Her wiha hat ragihandin ku di adresên ku lêgerîn hat kirin de çekeke lûledirêj, 8 tifingên nêçîrê û 128 berikên van tifingan, dabencekî, 362 berikên dabancê, 4 komputer, 27 dokumanên rêxistinî hatine bidestxistin. (ÎLKHA) 


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin