Li Rihayê qezaya zincîrî: 23 birîndar

RİHA - Li ser Rêbeja Riha-Diyarbekirê ji ber hewaya bi mij û cemed qezaya zincîrî pêk hat, di qezaya ku pêk hat de 2 jê giran tevde 23 birîndar bûn.

Hat ragihandin li mewqiya Tesîsên Emmoş Bucaka rêya Balafirgeha GAPa Rihayê 7 wesayît li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 2 jê giran tev de 23 kes birîndar bûn. Hat hînbûn qeza ji ber hewaya bi mij û qeşayê pêk hatiye.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li Rihayê. Her wiha polêsan ji ber qezaya ku pêk hat rê ji trafîkê re girtin.

Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

 

 

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 gule li camên dikanê ketin
Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin