Li Rihayê şerê çekdarî: 2 mirî 5 birîndar

Li Rihayê di encama şerê ku di nabeyna 2 koman de derket de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li navçeya Eyubiyeya Rihayê di nabeyna 2 koman de şerê çekdarî derketiye. Hat destnîşankirin ku di encama şerê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Gor agahiyên ku hatine bidestxistin her dû kom di şikevtên li taxa Topdagi de hatin cemhev. Di demeke kurt de di nabeyna her dû koman de gengeşe derket. Piştî ku bûyer mezin bû koman bi tifing û amûrên birrekî êrîşê hevdû kirin.

Hat diyarkirin ku di encama pevçûnê de Îsmaîl D. (27) û Ahmet E. (38) jiyana xwe ji dest dan û 5 kesên din jî birîndar bûne. Her wiha hat diyarkirin ku polêsan Mahmut E., Nurî D., Vedat D. û Mehmet D.yê ku têkiliya wan bi şerê re heye hatine binçavkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin