Li Rişmilê Merasîma Ji Bo Zarokan

Lı rışmıla mêrdînê jı bo zarokên dı navbera salên 6 û 12an de, merasîma “ez 7 salî me dest bı nımêjê dıkım û 10 salî me serê xwe dınıxumînım” hat lı dar xıstın.

Li Rişmila Mêrdînê ji bo zarokên di navbera salên 6 û 12an de, merasîmek hat rastkirin. Merasîma ku bi navê “Ez 7 salî me dest bi nimêjê dikim û 10 salî me serê xwe dinixumînim” li Camiya Yeşîlvadiyê hat lidarxistin.

Serokê belediya Rişmil, miftîyê navçeyê, sekreterê Tum Dîn Derê, zarok û malbatên wan tevlî merasîmê bûn. Nêzî hezar û 200 zarokên ku digel malbatên xwe tevlî bernameyê bûn, bi selewatan hatin pêşwazîkirin.

Bernameya ku ji aliyê miftîtî û komela Tum Dîn Xizmetlerî ve hat organîzekirin, bi pêşkêşvaniya Musab Baranê sekreterê giştî yê komelê hat rastkirin.

Serokê belediyê Xeyreddîn Demîr wiha got: “Em hazir in ku ji bo gihandina zarokên me yên ku mezinên siberojê nin, tiştên dikevin ser milên me bikin.”

Miftiyê navçeyê Selahattîn Yilmaz jî da zanîn ku kefxweş in ku zarok dest bi nimêjê dikin.

Zarokên kur bi kum û qutikên sipî, yên qîz jî bi hîcab û tesettura sipî tevlî bernameyê bûn. Zarok bûn muezzîn û mela û du rekat nimêj kirin. Di bernameyê de Quran û xutbe hatin xwendin, zarokên qîz jî îlahî gotin.

Bername bi duayê qediya. Di dawiya bernameyê de kitêba nimêjê, kum, şarpe, tesbîh û esans û hinek xelatên din dane zarokan.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar