Li Rojava Protesto

Li Ber Fîlma Heqaretwarî Protestoyên Muslumana Berdewam In

Fîlma ku bi destek û fînansa Emrîka û siyonîst Îsraîl hatibû çêkirin û heqaret li Quran û pêxemberê me dikir, bû sebebê jidandin û serhildana muslumanan. Hem li welatên muslumanan hem jî li welatên din, protestoyên bi şîddet û tepkiyên dijwar li pey hev hatin û dewam kirin û hê jî berdewam in. Zêdetirî 30 musluman di protestoyan de hatibûn şehîd kirin. Muslumanan da zanîn ku ummeta Hz Muhammed şiyar û xwediyê doza Pêxemberê xwe û muqeddesatên xwe ye.

Li Îswîçre li paytext Bernê bi sedan musluman, bi slogan û panqartan derketên cadde û kolanan. Fîlm û qarîqatorên heqaretwarî tel’în kirin. Protesto ji teref konseya merkeza Îslamî ya Îswîçreyê hat li dar xistin. Serekê konseyê Nîkolas Blanko, diyar kir ku di weşandin û belavkirina van filmên heqaretwarî de Emrîka mesûl e. Nîkolas Fransayê jî bi şîddet tenkîd kir.

Li Emrîkayê gelek musluman bi tekbîr û panqartan li ber qesra sipî civiyan. Der heqê polîtîkayên Emrîka yên di aleyhê Îslamê de slogan avêtin. Der barê korbûnî û rastiyê de nivîs û çîçek li Emrîkîyan yên di wir re derbas dibûn belav kirin.

Li paytexta Îtalya li Romayê bi sedan muslumanên Bangladeşî bi tekbîran meşiyan. Li ber fîlmê tepkî nîşandan. Beyanata medyayî xwendin.

Li Londona paytexta Brîtanyayê bi hezaran kes li ber sefaretxana Emrîka kom bûn. Fîlm û qarîqatorên heqaretwarî tel’în kirin. Protesto ji teref komela forûma hereketa muslumana ve hat li dar xistin. Sekinandina weşandina fîlmê xwestin. Digel şiliya pir jî musluman bi zar û zêçên xwe tevlî protestoyê bûn.

Protesto li Atinaya paytexta Yewnanîstanê jî hebû. Gelek musluman li ber sefaretxana Emrîka civiyan. Panqartên “Pêxemberê me şerefa me ye. Kesên heqaret kirinê bila bên ceza kirin. Ji bo îdara siyonîst bijî cehennem” vekirin. Musluman xwestin ku ber bi sefaretxana emrîka ve bimeşe. Polîs bi bombên gazê mudaxela protestovanan kir.

Li gelek bajarên Elmanyayê jî protesto hebûn. Bi hezaran kes beşdarî protestoyan bûn. Li Munster, Freyburg, Hannover, Kukshaven û li bajarên mezin jî musluman bi slogan û panqartan meşiyan. Fîlma heqaretwarî û tewrên welatên rojava yên li dijî Îslamê şermezar kirin. (bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be