Balafirê rêwiyan ya ku ji Balafirgeha Dubaiyê diçû Rûsyayê li nêzî bajêra Rostov-ona Rûsyayê ket, di encama ketina balafirê de 61 kes mirin.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin balafira bi tîpa Boeîng 737-800 a ku aîdî Fly-Dubaî bû di seat 22.50an de digel 61 rêwiyên xwe ji bona biçe Rostov-on Rûsyayê bi hewa ket. Balafirê ku di seat 03.50an de ji bona daketinê haziriya xwe dikir ji ber sedemeke ku nayê zanîn ket.Di encama ketina teyarê de tevde 61 kes mirin.Hat ragihandin ji van kesên ku mirine 55 kes hemwelatîyê Rûsyayê ne.(ÎLKHA)