Li Şamê nêzî Sererkaniyê teqîneke bi şiddet pêkhat. Kesên hadîseyê dîtine beyan kirin ku di bînaya sererkaniyê de agir derketiye.
Ajansa Sana a Suriye teqînê rast derxist û li gor xeberên ji herêmê tên li herêmê agir derketiye û dengê çekan tê. Pey teqîna derket rêyên ku diçin meydana Emewî hatin girtin û gelek ambulans hatin neqil kirin herêma teqînê. Di hadîseyê de mirî û birîndar hene nayê zanîn.
Di hêla dî de Emîrê Qeterê Şêx Hemad Bîn Xelîfe El Tanî ji bo xwîna li Sûrîye dirjê bê sekinandin li dewletên Ereban banga mudaxeleya ‘eskerî kir. Tanî di civîna Dewletên Yekbûyî de xeberda û go: Ji bo ku xwîn bisekine çi divê hat kirin, ji ber ku xwîn bisekine mudaxela ‘eskerî bê kirin.
Dîsa li gor xeberên ji Sûrîye tên sitendin, artêşa Esad li hember muxalifan bi sîlahên giran êrîşan pêk tîne. Di netîca van êrîşande zêdeyê 180 kesî mirin.
Operasyonên artêşa Esed li Şamê jî berdewam in, li Şamê bi bal herêmên Mudamiyet Eş Şam, Seyîde Zeyneb, Duma, Haresta û Zuhur operasyon tên kirin. Bi sebeb operasyonan bi dehan xanî û bîna hatin xirakirin.
Li Helebê jî li gelek banliyoyî operasyon hatin kirin. Dîsa li bajarê Rakkayê di navbera artêşa azad a Sûrîye û artêşe Esad de şer bi şiddet bûn. (Bangaheq)